Îsraîlê gundewarê Şamê topbaran kir

Artêşa Îsraîlê qadên çandiniyê yên derdora bajarokê Beyt Cin ê gundewarê Şamê bi obîsan topbaran kir.

Îsraîlê gundewarê Şamê topbaran kir
11 îlon, 2026   19:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku artêşa Îsraîlê îro du caran deverên çandiniyê yên derdora bajarokê Beyt El Cin ê gundewarê rojavayê Şamê bi obîsan topbaran kir. Agahiyên der barê encamên topbaranê de nehatin dayîn.

Beriya vê topbaranê jî bi çend saetan girê Bat El Werd ê derdora bajarokê dabû ber topan.

Hêzên Îsraîlê derengiya şevê jî gundên Meriyê yê Derayê topbaran kiribû. Di heman demê de balafirên bê mirov li ser herêmê geriyan. Der barê encamên topbaranê de agahî nehatin bidestxistin.

(bb)