Konferansa Tevgera Ciwanên Şoreger bi dawî bû

Konferansa 3'yemîn a Tevgera Ciwanên Şoreger a Kantona Efrîn û Şehbayê bi sondxwarina endamên meclisê û tevlêbûna ciwanekî nava PKK'ê bi dawî bû.

29 ÇILE, 2024   19:28
ŞEHBA

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Efrîn û Şehba konferansa 3'yemîn bi durişma 'Bi vejîna Ciwanan xwe rêxistin bike û Rêber Apo azad bike'  a ku li hola Mîtan a Ehdasê hatibû lidarxistin, bi nirxandina rewşa rêxistinî û rewşa ciwanan berdewam kir.

Di nirxandinan de behsa pêşxistinên şoreşê hate kirin, her wiha pêşxistina qada perwerdê, her wiha ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û rizgarkirina Efrînê xebat û çalakiyên zêde bên lidarxistin.

Dure ji hêla  endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Feysal  Germiyan ve axaftina dawî ya konferasê hate kirin. Her wiha endamekî Tevgera Ciwanên Şoreşger soza tevlêbûna nava PKKˊê da.

Her wiha konferansa Tevgera Ciwanên Şoreşger bi 5 encamnameyan û sozdayîna xebatê ji hêla endamên meclisê ve bi dawî bû.

Azadiya Rêber Apo weke azadiya tevahî mirovahiyê ye.

Tevgera Ciwanên şoreşger di nava her şert û mercê de ji bo azadiyê Rêber Apo têkoşînê bikin û di berxwedanê de bi israr bin.

Her du mehan carekê çalakî werin birêxistinkirin û perwerdeya îdeolojî bên dayîn.

Tevgera Ciwanên Şoreşger dê pêşî li belavbûna madeya hişbirî bigirin.

Ji bo naskirina ola êzidî dê perwerde bê meşandin.

Di dawiyê de 23 endamên Meclisa Tevgera Ciwanên Şoreşger soz da ku xebat û têkoşîna xwe bimeşînin.

ANHA