Beşar Esed û serokê Desteya Heşd Şebî civiyan

Beşar Esed li Şamê bi serokê Desteya Heşd Şebî ya Iraqê Falih El Feyad re civiya.

Beşar Esed û serokê Desteya Heşd Şebî civiyan
6 gulan, 2024   20:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajanaseke girêdayî hikumeta Şamê da zanîn ku Beşar Esed di civînê de bi El Feyad re li ser xurtkirina hevkariyê di navbera herdu welatan de di aliyê têkoşîna li dijî terorê, şopandina sînor û têkbirina rêxistinên tundraw ên ku ewlehiya Sûriye û Iraqê hedef digirin, nîqaş kirin.

Li gorî ajansê Esed diyar kir ku piştgirên terorê li Sûriye û Iraqê ew heman alî li cihên din piştgiriya terorê dikin û di bin navên din de piştgiriyê didin.

(mh)