Komîseriya Bilind a Hilbijartinan bang li rêxistinên navneteweyî kir

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li rêxistnên navneteweyî kir ku werin herêmê û çavdêriya hilbijartinên şaredariyan bikin.

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan bang li rêxistinên navneteweyî kir
21 gulan, 2024   13:46
REQA

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya navenda xwe ya li Reqayê daxuyaniyek xwend. 

Hevserokên komîseriyê Hisên El Şêx û Rûken Mele Îbrahîm daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Hilbijaritnên Şardariyan dê 11`ê Hezîranê bên lidarxistin. Deriyên namzetbûnê û radestkirina kartên hilbijartinê hate vekirin. Xebatên diyarkirina navendên hilbijaritnê berdewam in.

Ji ber ku armanca me biserxistina hilbijartinan e, em bang li rêxistinên navneteweyî yên hikumî û nehikumî dikin ku çavdêriya hilbiajrtinan bikin. Her wiha em wan vedixwînin ku çavdêriya hilbijartinan, navendên hilbijartinê, dengdayînê, jimartina dengan bikin.

Em hêvî dikin hûn beşdariya xwe piştrast bin û çi pirs hebin em jê re hazir in ji bo ku hilbijartin bi ser keve.

Em bang li gelê xwe dikin ku bi azadî dengê xwe bidin namzetê dixwazin."

(şx)

ANHA