Ji Parêzeran Buroya Hiqûqî serlêdana Îmraliyê 

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin Rêber Abdullah Ocalan bibînin serlêdaneke din kirin.

Ji Parêzeran Buroya Hiqûqî serlêdana Îmraliyê 
21 gulan, 2024   13:17
NAVENDA NÛÇEYAN 

Parêzer Mazlûm Dînç, Rezan Sarica, Raziye Ozturk û Faîk Ozgur Erol ji bo karibin muwekîlên xwe Rêber Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veksî Aktaş bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza ya Îmraliyê dan.

Têkiliya Rêber Abdullah Ocalan a bi cîhan derve re bi temamî hatiye birîn. Bersiv ji serlêdanên hevdîtinan re nayê dayin, carna jî piştî bi mehan ji parêzeran re tê ragihandin ku cezayê dîsîplînê hatiye birîn.