Komeleyên ragihandinê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin

Komeleyên sivîl û yên ragihandinê tundiya hêzên ewlekariyê yên dewleta Tirk a dagirker li dijî rojmamegeran, nexasim di çarçoveya bûyerên dawîn ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de şermezar kirin.

Komeleyên ragihandinê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
7 mijdar, 2024   21:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), DÎSK BASIN ÎŞ, Komeleya Medyaya Herêmî, Komeleya Jinên Rojnamevan, Amed Haber Sen, MLSA û Nûnertiya TGS'ê ya Amedê bi daxuyaniyeke hevbeş tundiya ku polîsên dewleta Tirk a dagirker li dijî rojnamevanan dide meşandin, nexasim li Mêrdîn, Êlih, Stenbol, Semsûr, Melata û gelek bajarên din, şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku sûc û binpêkirinên ku di hefteyên dawîn de li dijî rojnamevanan hatine pêkanîn, hatine belgekirin.

Di dawiya daxuyaniyê de banga bidawîkirina tundiya li ser rojnamevanan û rêzgirtina azadiya ragihandin û rojnamegeriyê hat kirin.

(mh/fr)