585 kes ji destpêka îsal ve li çolistana Sûriyeyê hatine kuştin

Ji destpêka sala 2024'an ve, di 208 êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li herêmên cuda yên çolistana Sûriyeyê ku di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de ye, 585 kes hatine kuştin.

585 kes ji destpêka îsal ve li çolistana Sûriyeyê hatine kuştin
7 mijdar 2024   21:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku çalakiya şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê li deverên cuda yên herêmên hikumeta Şamê yên çolistana Sûriyeyê didome. Di encamê de bi sedan sivîl û leşker hatin kuştin.

Girêdayî wê, SOHR'ê diyar kir ku ji destpêka sala 2024'an ve, di 208 êriş û pevçûnên li deverên cuda yên çolistana Dêrazor, Reqa û Himsê yên di bin kontrola hikumeta Şamê de, 585 kes hatin kuştin.

(mh/fr)