Komeke çekdar a Iraqê baregeha Amerîka ya li Bexdayê kir hedef

Piştî êrişa Amerîka ya li Hewlêrê, koma çekdar a Iraqê ya bi navê "Seraya Ewliya El Dem" baregeha leşkerî ya Vîktoriya ya li balafirgeha Bexdayê ya Navneteweyî bombebaran kir.

Komeke çekdar a Iraqê baregeha Amerîka ya li Bexdayê kir hedef
2 adar, 2026   08:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku koma çekdar a Iraqê ya bi navê "Seraya Ewliya El Dem" baregeha leşkerî ya Vîktoriya ya li balafirgeha Bexdayê ya Navneteweyî bombebaran kir.

Koma navborî der barê êrişê de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku êriş barbanga îro (Duşem 2 Adar 2026) wekî bersiv li hemberî kuştina Elî Xameney û piştgiriya komara Îranê hatiye kirin.

Koma ''Seraya Ewliya El Dem'' bi bîr xist ku hêzên Amerîkayê duh êvarî şli bajarê Hewlerê hin dever bombebaran kirin.

(bb)