Di êrişên Amerîka-Îsraîlê de 4 endamên Heşdî Şabî hatin kuştin

Heşdî Şabî ragihand ku di êrişên Amerîka-Îsraîlê de 4 endamên wê hatine kuştin û 11 jî birîndar bûne.

Di êrişên Amerîka-Îsraîlê de 4 endamên Heşdî Şabî hatin kuştin
2 adar, 2026   08:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Heşdî Şabiyê ragihand ku di êrişên Amerîka-Îsraîlê de li parêzgeha Enbarê ya rojavayê Iraqê de 4 endamên wê hatine kuştin û 11 jî birîndar bûne.

Desteya Heşdî Şabî bi daxuyaniyekê ku malpera erebî ya Rojnews'ê weşandiye der barê êrişê de ev agahî parve kirin  "Hêzên Amerîka-Îsraîlê xalên ewlehiyê yên di hêzên operasyona El Qaîm de bombebaran kirin. Di encama kuştî û birîndar çêbûn."

Di dewama daxuyaniya desteyê de hate gotin "Dema ku endam ji bo dermankirina birîndaran kom bibûn, balafiran careke din heman cih bombebaran kir. "

Li gorî daxuyaniyê, di êrişê de 4 endamên Heşdî Şabî hatin kuştin û 11 jî birîndar bûn.

(bb)