Hizbullah êriş kir, Îsraîlê bersiv da

Hizbullah a Lubnanê baregehên leşkerî yên Îsraîlê yên li Heyfayê bombebaran kirin. Îsraîlê jî li başûrê Lubnanê xist.

Hizbullah êriş kir, Îsraîlê bersiv da
2 adar, 2026   08:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Hizbullahê ragihand ku wê mûşek û dronan avêtin baregeha 'Meşmer Kermel' a parastina mûşekan a artêşa Îsraîlê ya li başûrê bajarê Hefya ya bakurê Îsraîlê.

Ajansa Neteweyî ya Lubnanê (NNA) da zanîn ku taxên başûrê Beytûrê, derdora bajarokên Şehabiya û Dêr Qanûn El Nehr ên başûrê welat hatin hedefkirin,  di encama êrişan de şênî ji van herêman koç kirin.

Serokê hikumeta Lubnanê Newaf Selam der barê êrişan de axivî û got, "Avêtina mûşekan ji başûr Lubnanê ji aliyê kî dibe bila bibe ve, karekî ne berpirsyar e û guman e. Ev nêzîkatî  ewlehiya Lubnanê dixe xetereyê û ji Îsraîlê re dibe hincet da ku êrişên xwe bidomîne."

(bb)