Koçberên vegeriyayî: Mal û milkên me hatine talankirin

Koçberên ku vegeriyane, diyar dikin ku mal û milkên wan hatine talankirin. Koçberekî efrînî diyar kir ku zêdetirî 80 darên wan hatine birîn û malan wan bi tevahî hatiye talankirin.

Koçberên vegeriyayî: Mal û milkên me hatine talankirin
12 adar, 2026   14:31
HESEKÊ

Koma yekemîn a koçberan di 9`ê Adarê de ji Hesekê bi rê ket û 10`ê Adarê gihaşt Efrînê. Di koma yekemîn de 400 malbatên ji navçeyên Şiyê, Cindirês û Mabata yên Efrînê bi ewle gihaştin warê xwe.

Tevî ku hatiye diyarkirin ku dê rêveberiya Efrînê ya hikumeta demkî, ewlekarî û tevahî lazimiyên koçberan peyda bike, lê belê dema koçber vegeriyan malên xwe, dît ku malên wan hatine talankirin.

Koçberekî ji navçeya Mabetayê ku nexwest navê xwe bide, ji ajansa me re diyar kir ku mala wî tevahî hatiye talankirin û di mal de tiştek nemaye. Pencere, deriyê malê, kablên kehrebeyê, xeta avê û tevahî tiştên heyî dizîne û mala wan talan kirine.

Her wiha li gorî beriya 8 salan, li gund û navçeyê gelek guhertin çêbûne. Her wiha diyar kir ku zêdetirî 80 darên wan ên zeytûnê hatine birîn.

(zş)

ANHA