Li Kobanê Şehîdên Serhildana Qamişloyê hatin bibîranîn

Desteya Ciwan û Werzîşê û Meclîsa Malbatên Şehîdan ji bo bîranîna 22'emîn salvegera serhildana Qamişlo, daxuyanî dan.

Li Kobanê Şehîdên Serhildana Qamişloyê hatin bibîranîn
12 adar, 2026   14:34
KOBANÊ

Desteya Ciwan û Werzîşê û Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê ji bo bîranîna 22'emîn salvegera serhildana 12'ê Adarê daxuyanî dan.

Daxuyaniya Desteya Ciwan û Werzîşê li lîstigeha şehîd Bawer a Agir ji endama Desteya Ciwan û Werzîşê Rûla Feyad ve hate dayîn û daxuyaniya meclîsa Malbata Şehîda ji aliyê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê dunya Beko li qada Jina Azad hate dayîn.

Daxuyanî wiha ye:

“Em wek Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê salvegera serhildana Qamişlo ya ku di 12`ê Adara 2004`an de çêbibû, hemû şehîdên xwe bi bîr tînin. Kompliya ku hatibû pêkanîn ew li dijî gelê Kurd bû li Rojava hat li dar xistin. Armanca komployê ku komkujiyeke mezin bû. Her wiha dayîna dijminatiya bê dayî di navbera gelan de bû. Lê gelê Kurd li ser bingeha parastina rewa li ber xwe da û ev yek jî bû bingeha şoreşa Rojava.

Serhildana Rojava bersiveke xurt ji bo wan aliyane ku gelê Kurd û tevgera azadiyê bi hevkariya rêjîma Beesê tewanbar kir. Beriya her kesî gelê Kurd li hemberî rêjîma Beesê serî hilda û bingeha Rojava danî. Serhildana ji Qamişlo dest pê kir û li seramserî Rojava belav bû. Bi dehan welatparêzên me şehîd xistin û gelek kesên me jî birîndar kirin.

Di salvegera serhildana Qamişlo de û di van rojan de ku şer li herêma me hîn belav bûye û di navbera gel de dijminatî tê çandin. Em careke din teqes dikin ku yekane çareserî netewa demokratîke. Ji bilî vê projeya aşitîxwaz û azadîxwaz tu riyên din nayên çareserkirin.

Banga me ji bo hikumeta demkî ya Şamê ew e nabe dubareya rêjîma Beesê û zihniyet û kirinê wê li ser gelên Sûriyê ferz neke. Bila Sûriyeke demokratîk û azad be û xwîşk biratiya gelên berhema herî bi nirxe û a şehîdên me ne. Li se vî bingehî bang li xwedî li mafên gelê Kurd derkevin û dayî li komkujiyan bînin.

(sş)

ANHA