Şêniyên Girkê Legê: Divê êdî Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe

Şêniyên Girkê Legê li hember girtina Rêber Abdullah Ocalan di zindanê de (27 sal) bi hêrs e û diyar dike ku divê ew êdî bi fîzîkî azad bibe.

Şêniyên Girkê Legê: Divê êdî Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe
5 nîsan, 2026   02:35
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

Şêniyên Girke Legê hêrsa xwe ya li hemberî mayîna Rêber Abdullah Ocalan di girtîgehê de, ji ajansa me re anî ziman. 

Xalid Osman got: “Rojbûna Rêber Apo ji bo min û gelê herêmê rojeke ji rojên azadiyê ye. Rêbertî ev bûye 27 sal di girtîgeha Îmralî de ye. Dibe ku Rêber Apo fîzîkî ne di nava me de ye lê belê em li ser fikir û ramanên Rêbertî dijîn. Em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin."

Hikmiya Ehmed jî got: “Jin rojbûna Rêber Apo (4`ê Nîsanê) bi rûmet û azadiya jinan ve girê didin. Rêbertî di nava civakê de hebûna jinan çêkir û roleke mezin dayê. Ji ber vê yekê em girtina Rêbertî ku ketiye 27 salan, qebûl nakin. Em bang li rêxistinên navneteweyî dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî bikevin nava tevgerê.”

Lezgîn Elî got bêdengiya rêxistinên navneteweyî ya li hember hiştina Rêber Apo di girtîgehê de nema qebûl dikin û wiha dewam kir: “Gel di fikir û ramanên Rêber Apo de projeya azadî û edaletê dibîne. Ji ber vê yekê divê dawî li polîtîkayên xwe yên li dijî Rêbertî bînin. Em bang li tevahî rêxistinên hiqûqî û mirovî dikin ku erka xwe bi cih bînin û Rêber Apo fîzîkî azad bibe.”

(np)

ANHA