Koçberek behreyên xwe yên hunerî kir jêdera debarê

Koçbera bi navê Fatme El Ubêd a ji Humsê hunera destan pêşxist û kiriye jêdera debarê.

Koçberek behreyên xwe yên hunerî kir jêdera debarê
Koçberek behreyên xwe yên hunerî kir jêdera debarê
Koçberek behreyên xwe yên hunerî kir jêdera debarê
Koçberek behreyên xwe yên hunerî kir jêdera debarê
Koçberek behreyên xwe yên hunerî kir jêdera debarê
Koçberek behreyên xwe yên hunerî kir jêdera debarê
22 mijdar, 2023   10:48
REQA
ALA EL ELÎ

Mirov dema karek li gor behra û meylên xwe bipejrîne dikare di rêya serkeftinê de biçe û bi hêsantir bigihêje armanca xwe. Fatme El Ubêd (39) a ji parêzgeha Humsê, bi saya behraya xwe ya hunera şêwekariyê ya ku ji 13 saliyê ve jê hez dike, kar bike. 

Fatme li hember şert û mercên şer û koçberiyê sekinî, ji ber ku şadiyê ji xwe re çêdike û li benda kesekî namîne. Bi rêya dewreyên perwerdeyê, behraya xwe bi pêş xist.

Fatme sûd ji van dewreyan girt, di destkariyê, xêzkirina li ser darên textîn, çêkirina xirişan de, bûye pirspor. Dawiyê  dikaneke biçûk vekir.

Fatme der barê de got: “Min ev dikan vekir ji bo ku ez wêneyan xêz bikim. Lê dahatê wê rêgeza xwe têrkirinê ji bo min peyda nekir. Ji ber wê, di ber re min dest bi kardestiyên din mina amadekirina baxên gulan û pêçana diyariyan kir.”

Fatme bi pêşxistina behreya xwe karê xwe domand, niha dikare reclama berhemên xwe bike ji bo ku debara xwe û malbata xwe jî peyda bike.

Fatme girêdayî kardestiyan got: “Ev pîşeya min a sereke û jêdera debara min e. Bi mijulbûna min pê re, destê min çû ser cureyên cuda wek xêzkirina portreyan, çêkirina peykeran, xêzkirina li ser darên textîn û çêkirina xişiran.′′

Fatme tev li gelek pêşangehan wek pêşangeha Zarokên Kanser û Mûzexaneya Reqayê, pêşangehên li ser asta xwecih bû. Her wiha li gor derfetên xwe pêşangeheke taybet bi beşdariya 25 hunermendan li dar xist.

Piraniya mijarên tabloyên Fatme, girêdayî urf û adetên civakê, çanda wê, şaristaniya Reqayê, protre, xwezaya bêdeng, xwezaya bi tevger in. Fatma tabloyan bi rengên zeytî, avî, komir û qurşînê jî rengîn dike.

Fatme bal kişand ku dayika wê piştevaniyeke mezin da wê û wiha domand: ′′Hewldanên min ên mezin dema 13 salî bûm. Min Mona Lisa xêz kir. Hinekî serkeftî bû ku biryardarî û îrade da min.”

Di dawiyê de Fatme wiha axivî: “Min rêya xwe temam kir û hêviyên xwe pêk anîn. Projeya min bi ser ket û gihaşt vê asta pêşketî. Bû jêdera yekane a quta min. Divê her jineke bi daxwaz hewl bide hêviyên xwe pêk bîne û pişta xwe nede tu kesî.”

(şx)

ANHA