Koçbera ji Serêkaniyê: Em bi hêviya vegerê dijîn

Zehra Ehmed Sincar çîroka bi hezaran kesên ku bi darê zorê ji bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî koçber bûne, vedibêje û dibêje “Em ê rojekê vegerin.”

25 adar, 2026   05:35
HESEKÊ
EBDULXENÎ ELHAMAN

Zehra Ehmed Sincar a 40 salî, ji Cotmeha 2019`an vir ve li bajarê Til Temirê, li gel hevjînê xwe Xidir Sincar, di şert û mercên mirovî yên dijwar de li stargehekê dijî.

Tevî ku di ser koçberiya ji gundê El Amiriyê yê Serêkaniyê çend sal derbas bûne, Zehra hîn jî hûrgiliyên gundê xwe tîne bira xwe, bêyî ku dev ji xewna vegerê berde.

Çîroka wê li mala wê ya li gundê El Amiriyê dest pê dike û dibêje “Me her tişt hebû, ewlehî, cîran û bîranînên binirx" û destnîşan kir ku wê qet hêvî nedikir ku jiyan di cih de bibe bîranînek, piştî ku ew neçar ma ku ji ber tirs û pevçûnan ji mala xwe derkeve.

Zehrayê kêliyên koçberiyê bi bîr anîn û diyar kir ku ew bi lez û bez bi zarokên xwe re çûye, tenê çend tişt birine û got: "Me her tişt li dû xwe hişt, wêne û bîranînên me jî.”

Zehrayê diyar kir ku tirsa wê ya herî mezin ji bo siberoja zarokên wê ye ku ji bo demên dirêj ji aramî û perwerdeyê bê par mane û got: "Ez hewl didim li ber wan bi hêz bim, lê ez ji bo wan ditirsim.”

Zehrayê ev lê zêde kir: “Em dixwazin vegerin, lê vegera divê ewlehiya malbatan garantî bike û jiyanê li bajar û li gundan xizmetên bingehîn hebin û wêraniya çêbûye were avakirin. Em ê rojekê vegerin, em her roj bi vê hêciyê dijîn”"

Çîroka Zehrayê yek ji hezaran çîrokan e ku êşa koçberên ji Serêkaniyê û gundên wê yên dagirkirî vedibêje.

(k)