Xelkê Çilaxayê: Bêyî Rêber Apo aştî nabe

Gelê Kurd daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dike û dibêje tenê ew dikare civakeke demokratîk, adil û wekhev ava bike.

Xelkê Çilaxayê: Bêyî Rêber Apo aştî nabe
25 adar, 2026   04:05
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Xelkê Çilaxayê israra dewleta Tirk a di polîtîkayên xwe yên li dijî gelê Kurd de ji ajansa me re nirxandin û got “Em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin.” 

Hisên Îsa anî ziman ku serbestneberdana Rêber Abdullah Ocalan tê wateya Tirkiye di polîtîkayên xwe yên li hemberî gelê Kurd de israr dike û got: “Dewleta Tirk dixwaze gelê Kurd xwe radestî wê bike û her tim di bin dagirkeriya wê de be.”

Îsa di berdewamê de got: “Gelê Kurd ji planên dewleta Tirk haydar e. Em tu pêvajoyê bê Rêber Apo napejirînin û divê rolê Rêbertî di pêvajoyê de çalak be. Aştî nabe bê azadiya Rêber Apo. Divê dewleta Tirk dev ji polîtîkayên xwe yên li dijî gelê Kurd berde, cidî nêzî doza kurdî û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bibe.”

Sosin Remedan jî got: “Heyanî ku Rêber Apo fîzîkî azad bibe, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin û divê dewleta Tirk di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gavan biavêjê. Dewleta Tirk hîna ne amade ye ku mafên gelê Kurd qebûl bike. Em tu çareseriyê bê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo qebûl nakin.”

Hisên Elî Berces diyar kir ku dewleta Tirk her tim hewl dide ku destkeftiyên gelê Kurd bike hedef, qir bike û di siberoja Rojhilata Navîn de rolê nedin gelê Kurd. Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daxwaza me ya sereke ye. Pêvajoya aştiyê bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi ser nakeve. Tenê Rêbertî dikare civaka demokratîk, adil û wekhev ava bike. Em ê tê bikoşin heyanî ku Rêbertî bi fîzîkî azad bibe.”

ANHA