Klînîkên gerok ên Heyva Sor di xizmetê de ne

Heyva Sor a Kurd li herêma Cizîrê bi rêya klînîkên gerok hewl dide pirsgirêkên tenduristiyê yên gel çareser bike.

Klînîkên gerok ên Heyva Sor di xizmetê de ne
Klînîkên gerok ên Heyva Sor di xizmetê de ne
Klînîkên gerok ên Heyva Sor di xizmetê de ne
Klînîkên gerok ên Heyva Sor di xizmetê de ne
Klînîkên gerok ên Heyva Sor di xizmetê de ne
Klînîkên gerok ên Heyva Sor di xizmetê de ne
Klînîkên gerok ên Heyva Sor di xizmetê de ne
21 hezîran, 2026   03:47
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Heyva Sor a Kurd berî 2 mehan dest bi hemleyekê kir. Klînîkên gerok ên Heyva Sor a Kurd li gundên herêma Cizîrê digerin. Ji Dêrikê heyanî Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê û Hesekê digerin û pirsgirêkên şêniyan ên tenduristiyê çareser dikin.

Di klînîkên gerok de derman hene û komeke bijîşk û kadroyên tenduristiyê tê de dixebitin. Klînîkên rojane li gundan digerin û li nexweşiyên şêniyan dinêrin. Bijîşk û kadroyên tenduristiyê zêdetir bala xwe didin nexweşiyên jin û zarokan û hundirîn. Her wiha tansiyon û asta şeker kontrol dikin, nexweşiya penceşêrê kontrol dikin û heke pêdivî pê hebe ji wan tehlîlan dixwazin û wan dişînin nexweşxanê.

Her wiha klînîkên gerok dermanan didin nexweşên sivik, şîr û paçên zarokan ji bo zarokên 1-3 salî belav dikin.

Endama Navenda Heyva Sor a Kurd Dr. Sozan Nebo ji ajansa me re got: "Ev bûye du meh me dest bi hemleyê kir. Armanca me ew e em xwe bigihînin hemû gundan û ji bo pirsgirêkên wan ên tenduristiyê bi wan re bibin alîkar. Bi rêya klînîkên gerok em barê şêniyan sivik dikin da ku di rêkan de newestin."

Klînîkên gerok di gera xwe de şêniyan perwerde dikin. Ji bo şênî xwe ji germê, rokê, pêvedane mar û dûpişkan û jehriyê biparêzin wan perwerde dikin û fêrî rê û rêbazên parastinê dikin.

Sozan Nebo diyar kir ku hejmara kesên bi jehrî ketine zêde bûye û wiha axivî: "Di gera xwe ya gundan de me dît hejmara kesên bi jehrî ketine, zikê wan diêşe û vedireşînin zêde bûye. Bi taybet zarok gelekî bi jehrî dikevin û nexwşên çerm jî derketine."

Sozanê ji şêniyan xwest avê zêde vexwin, zêde di bin rokê de nemînin, xwarinên servekirî nexwin, ava vexwarinê ya paqij vexwin û xwe di demsala havînê de biparêzin.

(np)

ANHA