Şaredariya Kobanê têkildarî xebatên avahîsaziyê biryarnameyek derxist

Şaredariya Gel a Kobanê diyar kir ku wan ji bo ku xebatên anahîsaziyê bixin bin kontrolê, Biryarnameya 9’an derxistiye.

Şaredariya Kobanê têkildarî xebatên avahîsaziyê biryarnameyek derxist
Şaredariya Kobanê têkildarî xebatên avahîsaziyê biryarnameyek derxist
Şaredariya Kobanê têkildarî xebatên avahîsaziyê biryarnameyek derxist
Şaredariya Kobanê têkildarî xebatên avahîsaziyê biryarnameyek derxist
21 hezîran, 2026   04:55
KOBANÊ
DICLE EHMED

Li bajarê Kobanê di pêvajoya dawiyê de xebatên avahîsaziyê ne qanûnî bûn. Li deverên ku qedexe ye avahiyan lê bikin, qanûn binpê dikirin û avahî lê dikirin. Ji ber vê yekê Şaredariya Gel a Kobanê Biryarnameya 9’an derxist. Li gorî vê biryarnameyê divê qanûnên lêkirina avahiyan neyên binpêkirin.

Cîgirê şaredara Kobanê Muslim Muslim der barê biryarnameyê de ji ajansa me re axivî û got: "Biryar ji bo hemû xebatên lêkirine hatiye dayîn. Ji bo lêkirina neqanûnî bandorê li ser projeyên xizmetguzarî, jêrzemîn û berjewendiyên giştî neke, Biryarnameya 9’an hate derxistin."

Muslim bang li welatiyan kir ku biryarnameyê binpê nekin û wiha pê de çû: "Heke lêkirin ne qanûnî be dibe ku di siberojê de bandorê li projeyên giştî bike û em neçar bimînin birûxînin. Piştî ku Biryarnameya 9’an derket, heke xebatên lêkirine ne qanûnî bin em ê li gorî mekanîzemya qanûnî tev bigerin. Welatî berî ku dest bi xebatên lêkirinê bikin bila serî li daîreyên taybet bidin û li gorî qanûnan lê bikin."

Muslim Muslim her wiha got ew ê di çarçoveya qanûnî de bi şêniyan re bibin alîkar û bajarê Kobanê biparêzin.

(np)

ANHA