Li Idlibê kesek hat kuştin

Balafirên şer ên Rûsyayê rojavayê bajarê Idlibê bombebaran kirin û di encamê de kesek hate kuştin, 4 kes jî birîndar bûn.

Li Idlibê kesek hat kuştin
29 sibat, 2024   12:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê rojavayê Idlibê bombebaran kirine, di encamê de kes hatiye kuştin û 4 jî birîndar bûne. 

Hemwextî bombebaranê teqîneke mezin li "herêma bêçek" çêbû.

Her wiha hêzên hikumeta Şamê bi moşekan gundên Fitîra û Sifuhin ên çiyayê Zawiye yên başûrê Idlibê bombebaran kirin.

(şx)