Endamê Komîteya Lihevhtinê Dîban Yihya Ibrahîm wefat kir

Kesayeta welatparêz û endamê Komîteya Lihevhtinê li bajarê Çilaxa, Dîban Yihya Ibrahîm yê ji gundê Çalika ji ber nexweşiya giran di 80`ê saliya xwe de wefat kir.

Endamê Komîteya Lihevhtinê Dîban Yihya Ibrahîm wefat kir
22 sibat, 2026   13:50
QAMIŞLO

Îro endamê Komîteya Lihevhtinê li bajarê Çilaxa, Dîban Yihya Ibrahîm yê ji gundê Çalika ji ber nexweşiya giran di 80`ê saliya xwe de wefat kir, cenazeyê Ibrahîm li gundê wî spartin axê.

Ibrahîm di salên 1990`an de Tevgera Azadiyê nas kir û ji wê çaxê de xebatên xwe yên di nava civakê de berdewam kir.

Bi destpêkirina şoreşa Rojava re wî wek endamekî çalak ê Komîteya Lihevhatinê ya bajarê Çilaxa xebatên xwe berdewam kir.

Dîban Yihya Ibrahîm yek ji kesayetên civakî yên naskirî bû li herêmê û xwedî roleke girîng bû di çalakiyên civakî û pêkanîna aştiya navxweyî de.

(k)