Li Hemayê teqîn: 3 kes birîndar bûn

Li taxa Cora ya bajarê Selemiyê yê rojhilatê Hemayê teqînek pêk hat, 3 kes birîndar bûn. Li gorî agahiyên destpêkê, teqîn ji ber teqîna topa gazê pêk hatiye.

Li Hemayê teqîn: 3 kes birîndar bûn
Li Hemayê teqîn: 3 kes birîndar bûn
Li Hemayê teqîn: 3 kes birîndar bûn
27 cotmeh, 2026   19:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li aliyê rojavayê bajarê Selemiyê yê rojhilatê Hemayê bi taybet li taxa Cora dengê teqînekê hat bihîstin, di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên destpêkê, topa gazê ya di hundirê cihê depokirina madeyên dikarin werin pêxistin de teqiya.

Çavkaniyekî xwecihî diyar kir ku her sê birîndar rakirina nexweşxaneyê û hîna agahiyên têkildarî tenduristiya wan de nayên zanîn.

(f)