Li herêma Cizîrê kolandina bîran ji kontrolê derketiye

Ji ber xebatên entegrasyonê, komîteyên şopandina kolandina bîrên ziraî hatiye rawestandin, ev jî dibe sedem ku bîr bê kontrol bên kolandin. Her wiha Daîreya Avê ya Qamişloyê jî diyar kir ku dema di nava bajar de bîr bên kolandin, divê wan agahdar bikin.

Li herêma Cizîrê kolandina bîran ji kontrolê derketiye
6 hezîran, 2026   05:45
QAMIŞLO

Ev mehek e ku li bajarên Cizîrê kolandina bîran zêde bûye. Şaredariya Qamişloyê diyar kir ku 5’ê Gulana 2026’an mijara kolandina bîran daye Daîreya Avê û kolandina bîran rawestand. 

Daireya Avê ya Qamişloyê diyar kir ku kontrolkirina bîrên ji bo malan di bin kontrola wan de ye. Lê kontrolkirina bîrên ziraî di bin kontrola Saziya Çandiyê ya Qamişloyê de ye.

Li gorî agahiyên Daîreya Avê û Saziya Çandiniyê ya Qamişloyê dane, piştî êrişên çekdarên dewleta Tirk û hikumeta demkî ya Şamê bi sedan wesayîtên ku bîran dikolin hatine Cizîrê.

Ev bêyî ku destûrê ji Daîreya Avê bixwazin bîran dikolin. Dema ku agahî diçe ji Daîreya Avê re endamên xwe yên kontrolkirinê dişînin û kolandina bîran radiwestînin. Heta niha 4 bîrên ku dihatin kolandin rawestandine. Bang li gel kirin ku dema bibînin bîrek tê kolandin agahiyê bidin Daîreya Avê.

Saziya Çandiniyê ya Qamişloyê jî diyar kir ku ji ber xebatên entegrasyonê komîteya şopandinê hatiye rawestandin. Ev jî dibe sedem ku nikarin kolandina bîran kontrol bikin.

Saziya Çandiniyê diyar kir ku niha nikarin tiştekî bikin, heta ku xebatên entegrasyonê bi dawî bibin.

Ji derveyî bajarê Qamişloyê, li tevahî bajarên Cizîrê jî rewş heman e.

(bî-ce)

ANHA