Jinûve avakirin û sererastkirina dibistanên Reqayê dewam dikin

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya kantona Reqayê xebatên xwe yên jinûve avakirin û sererastkirina hejmarek dibistanên zirardîtî di çarçoveya plana xwe ya 2025ˊan de dewam dike.

Jinûve avakirin û sererastkirina dibistanên Reqayê dewam dikin
Jinûve avakirin û sererastkirina dibistanên Reqayê dewam dikin
Jinûve avakirin û sererastkirina dibistanên Reqayê dewam dikin
Jinûve avakirin û sererastkirina dibistanên Reqayê dewam dikin
Jinûve avakirin û sererastkirina dibistanên Reqayê dewam dikin
Jinûve avakirin û sererastkirina dibistanên Reqayê dewam dikin
Jinûve avakirin û sererastkirina dibistanên Reqayê dewam dikin
23 mijdar, 2025   09:31
REQA
MIHEMED XELÎL

Bi armanca başkirina rewşa perwerdê û peydakirina jîngeha xwendinê ya ewle ji bo xwendekaran, Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya kantona Reqayê xebatên xwe yên jinûve avakirin û sererastkirina hejmarek dibistanên zirardîtî di çarçoveya plana xwe ya 2025ˊan de didomîne.

Niha xebat li 6 dibistanên di şer de bi temamî hatine werankirin tên kirin. Dibistanên ji binî de tên çêkirin wiha ne; Munîr Hebîb, El Welîd Bin Ebdulmelik, El Faria el Şîbaniye, Kîsra Sirûr, Kalta û Cemîle Bohêrid.

Li kêlek wê li dibistanên Meyselon, Ebû Kebra, Cizra û Sebahiyê xebatên sererastkirin û restorakirinê tên kirin.

Li gorî amarên desteyê, di şerê rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞˊê de di 2017ˊan de, 55 dibistan bi temamî hatibûn wêrankirin û 160 dibistanê jî bi awayekî qismî zirar lê bûbûn.

Girêdayî mijarê berdevkê Nivîsgeha Avahîsaziyên Dibistanan a Desteyê endazyar Mihemed El Hisên ji ajansa me re axivî û diyar kir ku niha nivîsgehê xebatên amadekirina lêkolînkirin û bicihanîna xebatên avahiyan dike. El Hisên destnîşan kir ku ji bo 6 dibistanên bi temamî hatine wêrankirin nêzî ji sedî 60 hatiye amadekirin.

El Hisên anî ziman ku niha xebat di qonaxa destpêkê ya sazkirina şeklî wan a derve de ye û wê piştre siwaxkirin dest pê bike û destnîşan kir ku hilbijartina dibistanan bi hevkariya Desteya Perwerdê û Fêrkirinê pêk hat ku zext li ser dibistanên din kêm bibe û li gorî dewama du coxan (foc) tên amadekirin.

Têkildarî lêçûnan jî El Hisên da zanîn ku lêçûna qonaxa destpêkê ya dibistana Kalta 200 hezar dolar, dibistana Munîr Hebîb 350 hezar dolar, dibistana El Welîd û El Faria 300 hezar dolar, dibistana Cemîle Bohêrid 300 hezar dolar, dibistana Kîsra Sirûr 150 hezar dolar e. Ev dibistanê wê di qonaxa bê de şeklê wê ya derve bên çêkirin.

Di dawiyê de El Hisên got divê piştî sererastkirina dibistanan temam bû, werin parastin û ji kadroyên perwerdê û xwendekaran daxwaz kir ku li hember parastina van cihên girîng berpirsiyar bin.

Li kantona Reqayê 398 dibistan û 96 hezar û 453 xwendekar hene.

(fr)

ANHA