Jinên minbicî: Em ê hesab bipirsin

Jinên minbicî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî rojnamevanan şermezar kir û diyar kir ku dê bi edaletê jinê hesab bipirsin.

Jinên minbicî: Em ê hesab bipirsin
Jinên minbicî: Em ê hesab bipirsin
Jinên minbicî: Em ê hesab bipirsin
25 tebax, 2024   13:01
MINBIC

Li Minbicê bi dehan jinan nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Meclis Malbatên Şehîdan û Meclisa Jinan a Sûriyeyê ji bo şermezarkirina êrişa dewleta Tirk a dagirker a li bajarê Silêmaniyê ya li dijî erebeya rojnamevanan û şehîdxistina rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Behadîn hatin ba hev.

Li vir Meclisa Kombûna Jinan a Zenubiya  ya Kantona Minbicê daxuyanî da. Daxuyaniya ji aliyê endama meclisê Nesrîn Hesen Mele eve hat xwendin.

Nesrîn Hesen êrişa  dewleta Tirk a dagirker a li dijî rojnamevanan şermezar kir û got: "Bi zanebûn rojnamevanên azad û azadiya derbirînê kir hedef. Ev êriş binpêkirina qanûnên navneteweyî û qanûnên mafên mirovan e."

Nesrîn bang li civaka navneteweyî kir ku erkên xwe bi cih bînin û zextê li dewleta Tirk bikin bila êrişên xwe li ser gelên herêmê û çapemeniya azadî bisekinine.

Nesrîn Hesen got: "Dengê şoreşa ’Jin, Jiyan, Azadî’ wê cîhanê belav dibe. Em ê bêdeng nemînin. Em ê ji bîr nekin, em ê bi edaletê jinê hesab bipirsin."

(bb)

ANHA