Li Holê çeteyekî DAIŞ’ê hat girtin

Li başûrê bajarê Holê çeteyekî DAIŞ’ê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hat girtin.

Li Holê çeteyekî DAIŞ’ê hat girtin
25 tebax, 2024   12:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek li ser li ser malpera xwe ya fermî weşand. Li gorî daxuyaniyê, Saziya Ewlehiya Giştî û hêzên taybet duh sibê (24 Tebax) bi operasyoneke çeteyekî DAIŞ’ê gundê Cebne yê başûrê bajarê Holê girt.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku operasyon piştî tesbîtkirina cihê çete, şopandina tevgerên wê û komkirina agahiyan û îsbatan pêk hat. Hate diyarkirin ku çeteyê hatî girtin, di şaneya revandina çeteyan ji kampa Holê û herêmên din ber bi herêmên dagirkirî ve cih digirt.

(şx)