Di êrişa li ser Rûsyayê de 5 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku di êrişa li ser herêma Belgorod a başûr rojavayê Rûsyayê de 5 sivîl hatin kuştin û 12 din jî birîndar bûn.

Di êrişa li ser Rûsyayê de 5 kes hatin kuştin
25 tebax, 2024   13:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Waliyê herêma Belgorod Vyacheslav Gladkov ya başûrê rojavayê Rûsyayê da zanîn ku  di êrişa Ukraynayê ya li dijî bajarokê Rakitnoye de 5 sivîl jiyana xwe ji dest dan û  3 jê zarok 12 sivîl jî birîndar bûn.

Gladkov destnîşan kir ku rewşa 4 birîndaran giran e  û ev agahî da: "Jinek ji zikê xwe de birîndar bûye û 3 mêr bi giranî birîndar bûne."

Rûsya navîna Tebaxê ragihand ku wê hêzên zêde şandin Belgorodê ku li wir rewşa awarte hatiye ragihandin û 5 gundên li ser sînorên Ukraynayê ji 19`ê Tebaxê ve hatine valakirin.

(şx)