Rewşenbîrên Reqayê: Li hember banga aştiyê divê dewleta Tirk êrişên xwe rawestîne

Rewşenbîr û çalakvanên bajarê Reqayê ji bo piştgiriya banga aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan banga rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Rewşenbîrên Reqayê: Li hember banga aştiyê divê dewleta Tirk êrişên xwe rawestîne
7 adar, 2025   03:45
REQA
ENES MIHEMED

Piştî banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan ku DEM Partiyê li Tirkiyeyê xwendiye, ku tê de banga bidawîkirina şerê çekdarî û vekirina rûpeleke nû ya diyalog û lihevkirinê dike, bangên ji bo dewleta Tirk a dagirker ku bersivê bide û êrişên xwe bisekinîne, didomin.

Hevserokê Desteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Reqayê Hesen Mustefa ji ajansa me re der barê mijarê de axivî û got: “Li herêma Rojhilata Navîn şer û aloziyên demdirêj didomin û êdî dema sivikkirina van aloziyan hatiye. Em piştgiriyê didin banga Rêber Abdullah Ocalan û girîngiyê didin diyalogê ya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd."

Mustefa wiha domand: “Domandina êrişên dewleta Tirk a dagirker derfetên aştî û aramiya li herêmê têk dibe û xebatên çareserkirina pirsgirêka Kurd jî asteng dike. Eger êriş rawestin ev dibe gaveke sereke ji bo amadekirina zemîna guncaw a diyalog û dan ûs tandinan."

Banga Rêber Abdullah Ocalan hemwextî aloziyên kûr ên herêmê nexasim êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin.

Rewşenbîr û siyasetmedar Şewax El Ehmed jî bang li raya giştî ya navneteweyî û xwecihî kir ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku êrişên xwe rawestîne û pabendî pêvajoya çareseriya aştiyane be.

Ehmed got: “Em hêvîdar in ku dewleta Tirk xwedî li bangên aştiyê derkeve û gavên cidî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd ku li gorî berjewendiya hemû aliyan be, biavêje. Ji ber ku çareseriyên siyasî û diyalog rêbaza herî guncaw ên çareserkirina aloziyan in."

(mh/fr)

ANHA