Jinên ciwan pisgirêkên civakî nîqaş kirin

Komîteya Jinên Ciwan a Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi navê "Rola jinên ciwan di têkoşîna li dijî nexweşiyên civakî de" panelek li dar xist.

Jinên ciwan pisgirêkên civakî nîqaş kirin
Jinên ciwan pisgirêkên civakî nîqaş kirin
Jinên ciwan pisgirêkên civakî nîqaş kirin
Jinên ciwan pisgirêkên civakî nîqaş kirin
Jinên ciwan pisgirêkên civakî nîqaş kirin
Jinên ciwan pisgirêkên civakî nîqaş kirin
Jinên ciwan pisgirêkên civakî nîqaş kirin
Jinên ciwan pisgirêkên civakî nîqaş kirin
30 tîrmeh 2024   16:57
REQA

Panel li hola civînan a Meclisa Jinan a Sûriyeyê ya bajarê Reqayê li dar ket. Panel ji 3 mijarên sereke pêk hat; rêgirtina li ber belavbûna narkotîkê, zewicandina zarokan û zehmetiyên peywendiyên li ser dezgehên civakî.

Di panelê de endama rêveber a Komîteya Jinan a Meclisa Jinan a Sûriyeyê Rehef Diwêhî li ser zehmetiyên li pêşiya jinan, bi taybetî jinên ciwan, di serdema nû de axivî.

Rehef Diwêhî diyar kir ku jiyana di vê serdemê de zehmetiyên nû li pêşiya hemû beşên civakê derxistin. Ji wan jî zewicandina zarokan, metirsiya dan û standina li ser înternetê û diyardeya narkotîkê. Rehef anî ziman ku ji bo rêgirtina li ber belavbûna van zehmetî û nexweşiyên civakî destwerdaneke lezgîn pêwîst e.

Rehef Diwêhî destnîşan kir ku pêwîstî bi perwerdekirina ciwanan û pêşkêşkirina agahiyên li ser zirarên van nexweşiyan heye, mîna hişbirê, zewicandina zarokan.

Beşdaran jî rêbazên rêgirtina li ber belavbûna van nexweşiyan pêşniyarî kirin wek bilindkirina asta perwerdekirinê û lidarxistina çalakiyên werzîşê ji bo ciwanan û yekkirina ked û xebatên saziyan. Her wiha beşdaran teqezî bi girîngiya bikaranîna erênî ya înternetê û vekirina nivîsgehên alîkariya derûnî di dibistanan de, da.

(mh)

ANHA