Jinan êrişên li ser Kurdan û sembolên wan şermezar kirin

Jinên bajarê Hesekê kiryarên xirabkirin û êrişên li dijî  koçberên Girê Spî bi tundî şermezar kirin û ew kiryar wek hewldaneke sîstematîk ji bo têkbirina aştiya sivîl bi nav kirin.

Jinan êrişên li ser Kurdan û sembolên wan şermezar kirin
27 cotmeh, 2026   12:01
HESEKÊ

Jinên li Hesekê kiryarên xerabkirin û êrişên li dijî wêneyên şehîdên jin û sembolên Kurdan li herêmê û her wiha êrişên li ser malbatên ku vedigerin malên xwe yên li Girê Spî, bi tundî şermezar kirin.

Şêniya bi nave Cumana Ehmed diyar kir ku ev êriş astengkirina bi zanebûn a aştiya sivîl û pêvajoya entegrasyona civakî li herêmê ye.

Her wiha destnîşan kir ku xerabkirina wêneyên şehîdên jin û êrişkirina li dijî koçberên Girê Spî hewldanek bi zanebûn e ji bo provokekirin û tepeserkirina jinan û çandina nakokiyan di navbera pêkhateyên herêmê de.

Cumanayê banga hişyariyê kir da ku ev nakokî di destpêkê de were qutkirin û pêşî li belavbûna wê di nav gelê herêmê de were girtin.

‘JI HÊZA JINAN DITIRSIN’

Şêniya bi navê Hediya Mihemed diyar kir ku ew her cure destwerdana li ser wêneyên şehîdên jin napejirînin, ji ber pîroziya wan û rêza wan a bilind di civakê de.

Hediyayê diyar kir ku ev êriş ji ber tirsa ji hêza jinên Kurd, yên ku di meydan û şeran de xwe îspat kirine, pêk tên, her wiha diyar kir ku hewldanên şikandina îradeya jinan dê bibin çavkaniyek hêzê ya zêde ku wan ber bi pêş ve dibe.

‘KIRYARÊN DERMIROVÎ’

Şêniya bi navê Sultana Seîd, bêrêziya li hember sembolên kurdî şermezar kir û destnîşan kir ku ev kiryar ji dûrî nirxên mirovî e. Sultana diyar kir ku ewlehî û aramiya îro li herêmê bi saya fedakariya şehîdan pêk hatiye.

(k)

ANHA