Li Darfûrê 2 xwişkên koçber rastî destdirêjiyê hatin

Li bakurê Darfûrê du keçên ku yek ji wan 14 salî ye, dema ji bo agir ji kampa koçberan çûn ku daran berhev bikin, rastî destdirêjiya çekdaran hatin.

Li Darfûrê 2 xwişkên koçber rastî destdirêjiyê hatin
27 cotmeh, 2026   11:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Sûdanê di demeke ku berpirsyariya zagonî ya sûcdaran kêm e de, sûcên destdirêjiya li hember jinan, wek amûreke şer tên bikaranîn. Ev binpêkirin, pêdiviya destwerdana bilez a navneteweyî ya ji bo parastina mexdûran û rawestandina encamên wêranker ên li ser rûmeta mirovan derdixe holê.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku sê çekdarên rûpoş li daristana Tarnî ya li başûrê navçeya Tûwîla ya parêzgeha Bakurê Darfûrê, dema her du keç ji bo berhevkirina êzingan ji kampa koçberan derketibûn, êrîşî wan kirin.

Li gorî agahiyên destpêkê, piştî bûyerê her du keç ji bo kontrola tenduristî birin nexweşxaneya Tûwîlayê. Çavkaniyek bijîşkî piştrast kir ku ew duh gihîştine nexweşxaneyê, ji bo wan muayeneyên bijîşkî hatine kirin û lênêrîna destpêkê hatiye pêşkêşkirin. Her wiha torên parastinê yên herêmî piştgiriya derûnî ya destpêkê ji wan û malbatên wan re peyda kirine.

Ev bûyer di demekê de pêk tê ku ji destpêka şerê Sûdanê ya di Nîsana 2023'an de, li gorî daneyên rêxistinên navneteweyî û herêmî, li Darfûrê tundiya li ser bingeha zayendî bi awayekî metirsîdar zêde dibe.

Ev cure binpêkirin li dijî jin û keçan, bi taybetî li kampên koçberan, dubare dibin. Ew dema ji bo dabînkirina debara jiyanê, wek berhevkirina daran an xebata çandiniyê derdikevin derve, di şertên ewlehiyê yên nebaş û bêparastinê de dikevin xeterê.

Di heman demê de nexweşxaneyên Bakurê Darfûrê bi kêmbûna giran a dermanan, xizmetên piştgiriya derûnî ya demdirêj û lênêrîna pispor ji bo keçên biçûk re, rûbirû ne.

Rêxistinên mafên mirovan bang dikin ku parastina koçberên li kampan bê xurtkirin, alternatîfên bi ewle ji bo pêxistina agir bên peydakirin û ji bo kesên ji destdirêjiyê rizgar bûne rêyên bi ewle û veşartî yên gihîştina xizmetan bên peydakirin. Her wiha ji bo parastina ewlehî û rûmeta wan, divê nasnameya wan neyê eşkerekirin.