Jinan edaleta pêvajoya veguhêz nîqaş kirin

Jinan di panelekê de edaleta pêvajoya veguhêz, aştiya navxweyî li Sûriyeyê û rêbazên qanûnî yên pêkanînê gotûbêj kirin. Jinan diyar kir ku ji bo hesabxwestinê, avakirina dewleta qanûnî û rêzgirtina ji mafên mirovan re, divê hêzeke nîştîmanî ya serbixwe hebe.

Jinan edaleta pêvajoya veguhêz nîqaş kirin
Jinan edaleta pêvajoya veguhêz nîqaş kirin
Jinan edaleta pêvajoya veguhêz nîqaş kirin
Jinan edaleta pêvajoya veguhêz nîqaş kirin
Jinan edaleta pêvajoya veguhêz nîqaş kirin
24 hezîran, 2025   17:43
QAMIŞLO

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) panelek bi navê "Li Sûriyeyê edaleta pêvajoya veguhêz û çarçoveya wê" li navenda xwe ya li bajarê Qamişlo li dar xist. Hejmarek parêzer, hiqûqnas, nûnerên saziyên civaka sivîl amade bûn.

Di panelê de 2 mijarên sereke;  "Edaleta pêvajoya veguhêz: Armanc û encam" û " Edaleta pêvajoya veguhêz: Mekanîzma û pirsgirêk" hatin şîrovekirin.

Mijarên panelê ji aliyê berpirsa qanûnî ya MSD’ê Mehasin Xenafir ve hatin şîrovekirin.  Mehasin bal kişand ser girîngiya edaleta pêvajoya veguhêz a ku wekî rêbaza bidawîkirina şerê çekdarî, dayîna tawîzan ji bo mexdûran, avakirina saziyên hiqûqî û qanûnî yên pêkanîna rewşeke biedalet û wekhev tê dîtin.

Mehasin Xenafir têgîna edaleta veguhêz û armancên wê wiha pênase kirin: "Ew komek makanîzma û tedbîrên dewletên derve ji bo alozî yan jî sîstemên çewsîner ji bo çareserkirina binpêkirinên mafên mirovan dipejirînin. Armanc jî pêkanîan edaletê û lihevanînê û misogeriya nedubarebûna binpêkirinan e."

Mehasin anî ziman ku edaleta veguhêz binpêkirinên mezin ên ku di salên krîzê de qewimîne wekî kuştin, revandin û êşkencekirinê çareser dike, hemû pêkhateyên Sûriyeyê li hev tîne û baweriya di navbera welatiyan û dewletê de vedigerîne. Her wiha dibe garantora hesabxwestinê ji sûcdaran û avakirina aştiyeke demdirêj û sîstema siyasî ya biedalet.

Mehasin diyar kir ku pêwîstî bi hebûna hêzên siyasî yên niştîmanî yên serbixwe û aktîv heye ku piştgiriyê bidin rêveçûna edaleta pêvajoya veguhêz, hawîrdoreke siyasî û qanûnî ya guncaw pêk bê, ji bo hesabpirsîn û rêzgirtina mafên mirovan di çarçoveya serweriya Sûriyeyê de.

Piştre kesên amade li ser girîngiya rola jinan di vê pêvajoyê de axivî û destnîşan kir ku hêza jinan heye ku hevsengiyeke civakî çêke û edaletê pêk bîne.

Di dawiya panelê de jinan berdewamkirina binpêkirinan digel nebûna çareseriyeke siyasî ya rasteqîn ji hêla pergalên hakim û aliyên li Sûriyeyê xwedî bandor in şermezar kir û got ev yek êşên Sûriyeyiyan kûrtir dikin û rêveçûna edaletê asteng dikin.

(mh/fr)

ANHA