Li Heleb û Idlibê daxwaza dabînkirin û başkirina rewşa jiyanî hat kirin

Welatiyên Heleb û Idlibê di du çalakiyên protestoyî de nerazîbûna xwe li hemberî destdanîna ser erdên wan nîşan da û banga başkirina rewşên jiyanî kir.

Li Heleb û Idlibê daxwaza dabînkirin û başkirina rewşa jiyanî hat kirin
24 hezîran, 2025   17:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan welatiyên taxa Lêremûn a bajarê Helebê di çalakiyek protestoyî de nerazîbûna xwe ya li hemberî destdanîna ser mal û milkên welatiyan, ji aliyê komeleyên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve, nîşan da.

Welatiyan di diruşma û siloganên xwe de girêdana xwe bi mafên xwe yên yasayî û dîrokî li ser xaka xwe ya li taxê, nîşan da û diyar kir ku destdanîna ser mal û milkan bi darê zorê di bin navê projeyan de bi armanca desteserkirina mlikên wan e.

Beşdarên çalakiyê de anî ziman ku "Lêremûn ne ji firotinê re ye" û ji aliyên eleqedar daxwaz kir ku demildest destwerdanê bikin û van zêdegaviyên yasayî yên bi navê pêşxistina avahîsaziyê rawestînin û hişyarî ji bo paşguhkirina dengê welatiyan û mafên wan da.

Girêdayî wê, li gorî çavkaniyên xwecihî, niştecihên "Kampên Keramê" yên li bakurê Idlibê, di 21'ê Hezîranê de banga pêşkêşkirina alîkariyan ji bo kampan kir, nexasim ku ev demek e xizmetên sereke wekî av û paqijiyê ji kampan hatine qutkirin û bi xwe re gelek nexweşî weke laşmanya aniye.

Niştecihên kampan bang li aliyên eleqedar kir ku xizmetên sereke wekî kehrebe, av û paqijiyê peyda bikin, pirsgirêka belavbûna nexweşiyan çareser bikin û jiyaneke birûmet ji wan re misoger bikin. Şêniyan di pankartên xwe de ev tişt nivîsandin: "Li kampên bakur zarok li ser erdê radizin û rojbaşiya xwe bi bêhnên çopê dikin û çavên wan li welatekî azad e" û "Em li ser sozan dijîn û li ser paşguhkirinê dimirin"

(mh/fr)