jinan banga aştî û civaka demokratîk nîqaşkirin

Kongra Star li Qamişloyê bi dirûşma “Rola Rêber Apo di Pêvajoya Aştî û Çareserkirina Pirsgirêkên Rojhilata Navîn de” panelek li dar xist.

7 cotmeh, 2025   18:25
QAMIŞLO

Kongira Star ya kantona Cizîrê di panela diyalokê bi sernavê ‘’Rola Rêber Abdullah Ocalan di avakirina aştî û çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn’’ bi rêxistin kir. Panel li navenda çand û huner ya Mihemd Şêxo li bajarê Qamişlo bi beşdarbûna kesayetên jin û nûnerên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Sûriyan hate lidarxistin.

Panel bi sê zimanan hat dayîn. Bi zimanê Kurdî Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo, bi zimanê Erebî endama Desteya Aborî û Çandinî Semer El-Abdullah û bi zimanî Suryanî endama Yekîtiya Jinên Suryan Estêr Mirad bûn mêvan.

‘Pêwist e bi guherînên mezin gelên herêmê di vê sedsalê de careke din bi hev re bijîn’

Di panelê de rêvebera Kongira Star Rîhan Temo bi xêrhatina beşdaran kir û teqezî li ser pêwîstiya piştgiriya berxwedana şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir û ew wekî "berxwedaneke dîrokî" bi nav kir.

Piştira Rîhan Loqo axivî û destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan di têkoşîna xwe ya 26 salan di girtîgehê de fikirê demokratîk ku ji bo vê sedsalê azadî û wekheviye ava kir. Pirsgirêkên Rojhilata Navîn analîz kirin û hişmendiya baviksalarî û dûrxistina rola jinê red kir.

Rîhan Loqo diyar kir ku Netew Dewlet xwe bi yek hişmendiyê feriz kir di heman demê de Rêber Apo ev yek ji kok ve veguherand avakirina civaka demokratîk û dît ku bi azadiya jinê Rojhilata Navîn bi gişît azad dibe.

Hevseroka Desteya Abûrî û Çandiniyê ya Rêvberiya Xweser a Demokratîk Semer Ebdullah jî axivî û got: “Pirojeya netewa demokratîk ku Rêber Apo pêkşêş kiriye çareseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn e ji ber ku ew jiyana hevbeş û rola jin di avakirina civakê de misoger dike.

Semer Ebdullah destnîşan kir ku jina Ereb jî bi ramanên Rêber Apo bandor bû ku li deverê guhertineke mezin di fikir de pêk hat.

Her wiha endama Partiya Yekîtiya Jinan ya Sûriyan Stêra Murad li ser ramanên Rêber Ebdullah Ocalan yê avakirina civaka demokratîk ku hemû pêkhateyan di nava xwe de dihewîne axivî û anî ziman ku bedena vî ramanê rêxistina Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku mafê her kesî diparêze.

Paşê sînevîzyonek li ser perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pêşkêşkirin, pêkhateyên Elewî nêrînên xwe ji bo banga aştî û civaka demokratîk anîn ziman û daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û panel bi nîqaşan bi dawî bû.

(ac)

ANHA