Rubio: Em ji bo bidawîkirina serdema Hemasê dixebitin

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio got ku ew ji bo bidawîkirina serdema Hemasê û pêkanîna aştiyeke domdar li Rojhilata Navîn dixebitin.

Rubio: Em ji bo bidawîkirina serdema Hemasê dixebitin
7 cotmeh, 2025   18:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio got ku ji bo vegerandina dîlgirtiyan û bidawîkirina serdema hukma Hemasê dixebite.

Rubio got ku Washington ji bo hebûna Îsraîlê û mafê wê yê xweparastinê piştgir e.

Rubio diyar kir ku ji bo aştiyeke domdar li Rojhilata Navîn a bêteror plana serokê Amerîkayê Donald Trump bingeh e.

Rubio da zanîn ku Washington ji bo pêkanîna vê armancê di hewldanên dîplomasî de ye.

(mh)