Zivistan nêz dibe, mazot biha ye

Demsala zivistanê nêz dibe û li bazarê buhayê bermîleke mazotê bi 220 dolarê amerîkî ye.

Zivistan nêz dibe, mazot biha ye
Zivistan nêz dibe, mazot biha ye
Zivistan nêz dibe, mazot biha ye
Zivistan nêz dibe, mazot biha ye
Zivistan nêz dibe, mazot biha ye
Zivistan nêz dibe, mazot biha ye
Zivistan nêz dibe, mazot biha ye
Zivistan nêz dibe, mazot biha ye
14 îlon, 2026   07:45
HESEKÊ

Li bajarê Hesekê şêniyan got hîna mazota zivistanê nehatiye belavkirin. 

Mihemed El Mihemed got: "Heyanî niha mazota zivistanê belav nekirine, li bazarê jî buhayê bermîleke mazotê dibe ku bibe nêzî 220 dolarî. Xelk nikare mazotê ew qasî biha bikire. Zivistan nêz dibe, bila hikumet mazota zivistanê zû belav bike."

Mehmûd Fihêd jî got: "Her sal di vê demê de 300 lître mazot ji bo zivistanê didan me, lîtreyek bi 500 lîreyê Sûriyeyê bû. Lê îsal hîna mazot belav nekirine. Gerînendeyê Nivîsgeha Rêveber a Parêzgeha Hesekê got îsal mazota xizmetguzariyê nîn e û li bazarê jî bermîleke mazotê nêzî 220 dolarî ye."

Salim El Hiran got: "Li gorî ez texmîn dikim nêzî ji sedî 70 xelkê feqîr e û nikare debara jiyana xwe bike. Mazot, kirêya erebeyan, madeyên xwarinê û nan gelekî biha bûne û barê xelkê giran bûye. Ez bang li aliyên têkildar dikim ku destwerdana vê pirsgirêkê bikin û çareser bikin."

(np)

ANHA