Bihabûna sotemeniyê pirsgirêkên veguhastin û xizmetguzariyê mezin dike

Şêniyên Cizîrê anî ziman ku bihabûna sotemeniyê bandor li kirêyên veguhastinê û bihabûna madeyên sereke yên jiyanê û xizmetguzariyê kiriye.

14 îlon, 2026   06:05
QAMIŞLO
SÎMAF MIHEMED

Li parêzgeha Hesekê gelek pirsgirêkên xizmetguzariyê hene. Nan, kirêyên veguhastinê, sotemenî û elektrîk biha bûne, pereyên nû jî li bazaran nayên peydakirin û hîna pereyên cotkaran ê genim nedane.

Rêveberiya Xweser li gorî şert û mercan û derfetên di destê wê de pirsgirêkên xizmetguzariyê heyanî astekê çareser dikirin. Mazot, nan û veguhastin ne biha bûn, genim di wextê wê de ji cotkaran digirt û pereyên wan di demeke kin de dida, jenerator dixebitîn û elektrîk ne biha bû.

Endama Komîteya Kar û Barê Civakî ya bajarê Amûdê Semahir Şêrgo Hesen jî got kirêya erebeyan biha bûye û ew nema dikarin rehet tev bigerin û karê xwe bikin.

Endamê Meclisa Bajarê Amûdê Ebdulrehman Îbrahîm Şehadê got rewşa bajêr bi mazotê û bihabûna wê ve girêdayî ye, berê mazot ne biha bû wan dikarîbû pêdiviyên xwe pêk bînin, lê niha nikarin pirsgirêkên xwe yên xizmetguzariyê çareser bikin, her ku mazot biha dibe madeyên dîtir û kirêya erebeyan biha dibe.

Her wiha hevserokê meclisa gundê Sinceqa Sadûn Ednan Ehmed Osman axivî û got ji bo gelek karan ew mazotê bi kar tînin, çi qasî biha bibe bandorê li hemû jiyana wan dike.

Osman bang kir ku pirsgirêka bihabûna mazotê çareser bikin û barê welatiyan sivik bibe.

(np)

ANHA