‘Jin bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan di jiyan û xebatan de xurt dibin’

Endamên Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM’ê ji bo xwendin û têgihîştina heqîqeta civakî, bi awayekî du koman dest bi xwendina pirtûka ‘Sosyolojiya Azadiyê’ ya Rêber Abdullah Ocalan kirin. Beşdarên xwendina pirtûkê gotin: "Jin bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan di jiyan û xebatan de xurt dibin."

14 tîrmeh 2024   11:31
QAMIŞLO

Endamên Nivîsgeha Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk, (TEV-DEM) di çarçoveya berfirehbûna komên xwendinê yên pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan de, bi awayekî du koman dest bi xwendina pirtûka ‘Sosyolojiya Azadiyê’ kirin.

 Komên xwendinê ku ji 16’ jinan pêk dihat,  bi awayekî du koman li navenda TEV-DEM’ê ya bajarê Qamişlo dest bi xwendina pirtûkê kirin.

Pirtûka ku bi zimanê Erebî dihat xwendin, ji bo têgihîştina heqîqeta zanista civakî li ser beşa yekemîn, bi zimanê Kurdî (zaravayê Kurmancî) nîqaş hatin meşandin.

Hevseroka Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Anahîta Sîno ku di koma xwendinê de cih digre, derbarê pirtûka ‘Sosyolojiya Azadiyê’ de axivî.

Anahîta Sîno da zanîn ku wan weke Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM’ê biryar dane ku pirtûka Rêber Abdullah Ocalan a ‘Sosyolojiya Azadiyê’ di hemû saziyên wan de bê xwendin û li ser bê nîqaşkirin.

Anahîta Sîno diyar kir ku armanca wan ji vê yekê naskirina zanista civakî ye, da ku bikaribin civakê nas bikin û hêza çareserkirina pirsgirêkên civakî peyde bikin, ji aliyekî din ve jî armanca wan pêşxistina hişmendiya azadiya jinê ye.

Endama Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM’ê Jiyan Mihemed jî destnîşan kir ku di çarçoveya projeya ku jin xwe bi xwe pêş bixê de wan dest bi xwendina pirtûka Rêber Abdullah Ocalan a ‘Sosyolojiya Azadiyê’ kiriye.

Jiyan Mihemed diyar kir ku koma xwendinê bi awayekî xweser bi rêve diçe, bi xwendin û nîqaşên fikrên Rêber Abdullah Ocalan re, wê di jiyan û xebatan de jin xurt dibin.

(bm)

ANHA