Hadî Amirî: Heya Tirkiye ji Iraqê venekişe peywendî çênabe
Serokê Hevpeymaniya Nebnî û Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedir Hadî Amirî diyar kir ku destûr rê nade dewleta Tirk êrişî xaka herêmê bike û got; “Heya Tirkiye ji Iraqê venekişe, wê tu peywendiyek me bi wê re çênebe.”
![Hadî Amirî: Heya Tirkiye ji Iraqê venekişe peywendî çênabe](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202407/image_870x_66937d9ff2e89.jpg)
Serokê Hevpeymaniya Nebnî û Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedir Hadî Amirî, di salvegera kuştina Ebû Muntezir Mihemedawî de peyamek belav kir.
Amirî di peyama xwe de behsa êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka Iraqê jî kir. Amirî da zanîn ku destûra Iraqê rê nade dewleta Tirk tu hêzek xwe li ser xaka Iraqê bicih bike û êriş bike.
Hadî Amirî ragihand ku heya dewleta Tirk hêzên xwe ji nav xaka Iraqê venekişîne, wê ti peywendiyek wan bi dewleta Tirk re çênebe û got; “Binpêkirinên li ser serweriya Iraqê nayên qebûl kirin, pêwîst e hevpeyman û dewleta Tirk hêzên xwe ji nav xaka welatê me derbixin.”