Di hundirê dadgeha Laziqiyê de tawanbarek hat kuştin

Tawanbarê kuştina kesekî li hola Dadgeha Ceza ya Laziqiyê, di demekê de ku dadger û parêzer amadebûn, ji aliyê birayê kesê kuştî ve hate gulebarankirin û hat kuştin.

Di hundirê dadgeha Laziqiyê de tawanbarek hat kuştin
7 îlon, 2026   13:48
LAZIQIYÊ

Li Dadgeha Ceza ya Parêzgeha Laziqiyê, di hundirê hola dadgehê de tawanbarek hate kuştin. Hate zanîn ku tawanbar bi destê birayê kesê kuştî hatiye gulebarankirin û hatiye kuştin. Her wiha bûyer dema derketina li hemberî Desteya Dadgeriyê pêk hatiye.

Li gorî agahiyên ku şahidên bûyerê dane, birayê kesê hatiye kuştin, di holê de dema ku dadger û parêzer jî amade bûn, demançeya xwe derxistiye û ew tawanbar kuştiye.

Piştî bûyerê xebatên Dadgeha Ceza ya Laziqiyê hatin rawestandin. Heta niha têkildarî bûyerê tu daxuyanî yan agahiyên fermî nehatine dayîn.

(sb)