ˊCezadayîna Silêman Ehmed, têkbirîna azadiya çapemeniyê yeˊ

Rêkxistina Casene birîna 3 sal cezayê girtîgehê li rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnewsˊê Silêman Ehmed şermezar kir û weke biryareke nehiqûqî bi nav kir.

ˊCezadayîna Silêman Ehmed, têkbirîna azadiya çapemeniyê yeˊ
29 tîrmeh 2024   21:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêkxistina Casene ragihand divê rojnamevan Silêman Ehmed bi yasaya rojnamevaniyê hatiba dadgehkirin, her wiha ji destpêkê ve nehiştin parêzer û malbata wî pê re hevdîtinê bikin, lewra ev jî binpêkirina mafên mirovan e. Rêkxistinê biryara Dadgeha Dihokê ya ji bo rojnamevan û edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnewsˊê şermezar kir.

Der barê birîna cezayê 3 salan li rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnewsˊê Silêman Ehmed Rêkxistina Casene ya Azadiya Raman û Çapemeniyê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye;

 “Sepandina vî cezayî bi ser rojnamevan Silêman Ehmed li gor yasaya hejmar 21 ya sala 2003 ye ku yasayeke taybet e bi têkdana ewlekarî û îstiqrara Herêma Kurdistanê. Lê li gor vê yasayê eger vî rojnamevanî tawanek rojnamevaniyê kiriba jî diviyabû di çarçoveya yasaya hejmar 35 ya sala 2007’ê ya yasaya rojnamevaniyê hatiba dadgehkirin.

Rojnamevan Silêman Ehmed ji destpêka hatî girtin mafê wî yê hevdîtina bi parêzer û malbata xwe re tune bû heta qonaxa dema lêpirsînê. Ev jî binpêkirina eşkere ya mafê mirov, destûr û yasaya berkar a Iraqê ye.

Cezakirina rojnamevan Silêman Ehmed di demekê de ye ku berî niha çendîn rêxistinên navnetewî û herêmî rexne li rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser mijara cezakirina rojnamevanên herêma Behdînanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî soz dabû ku wê vê mijarê çareser bike. Lê belê rewş neguheriye û ji bilî ceza birîna li Silêman Ehmed, di van rojên dawî de gelek rojnamevanên ku ji bo şopandina êriş û dagirkeriya dewleta Tirk serdana Behdanînê kiribûn, hatin binçavkirin.

Em weke Rêkxistina Casene ya Azadiya Raman û Çapemeniyê, cezayê nedadperwerane yê ji aliyê Dadgeha Duhokê ve li rojnamevan Silêman Ehmed hatiye birîn şermezar dikin ku bi hewldaneke berdewam ya ji bo tepeserkirina azadiya raman û çapemeniyê dibînin.”

Îro dadgeha Dihokê bi tometa endamtiya PYD’ê 3 sal cezayê girtîgehê li rojnamevan û edîtroê beşa Erebî ya Rojnews’ê Silêman Ehmed birî. Ev biryar bi lez û bez ji aliyê rêxistinên parastina  mafên rojnamevanan hate redkirin û weke biryareke nehiqûqî bi nav kirin.