Birîndarekî şewata firina li Minbicê jiyana xwe ji dest da

Welatiyek ku di şewata firina Selahedîn a li Minbicê birîndar bibû jiyana xwe ji dest da.

Birîndarekî şewata firina li Minbicê jiyana xwe ji dest da
Birîndarekî şewata firina li Minbicê jiyana xwe ji dest da
Birîndarekî şewata firina li Minbicê jiyana xwe ji dest da
Birîndarekî şewata firina li Minbicê jiyana xwe ji dest da
8 ÇILE, 2024   13:27
MINBIC

Duh bi şevê di firina Selahedîn a li bajarê Minbicê de şewat derket. Dema ku karkeran xebatên sererastkirina firinê dikirin şewat derket û di encamê de karkerê bi navê Emar Îbrahîm jiyana xwe ji dest da. Welatiyê bi navê Xesan Walî (32) ku ji ber şewatê bi giranî birîndar bibû, vê sibehê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî bijîşkan rewşa zarokê birîndar Şemsî Îbrahîm El Xelîl (15) giran û hîna di çavdêriya awarte de ye. Bijîşkan diyar kir ku rewşa karkerên bi navên Mihemed Ubeyed El Ubeyd (45) û Ehmed Nûrî Mihemed (46) baş e û dê di demeke kurt de ji nexweşxaneyê derkevin. Karkerekî din ku birîna wî sivik bû ji nexweşxaneyê derket.

(bb)

ANHA