Ji P.Ç.K.Sˊê banga derxistina hêzên Tirkiyeyê ji Başûrê Kurdistanê

P.Ç.K.Sˊê bang li tevahî gelê Kurd û tevahî aliyên tevgera nîştimanî ya Kurdî kir ku bi erkên xwe li hember êrişên Tirkiyeyê rabin û hêzên Tirkiyeyê ji Başûrê Kurdistanê derxin.

Ji P.Ç.K.Sˊê banga derxistina hêzên Tirkiyeyê ji Başûrê Kurdistanê
13 tîrmeh, 2024   23:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker di êrişên xwe yên dagirkeriyê de li ser xaka Başûrê Kurdistanê dewam dike. Têkildarî mijarê Partiya Çep a Kurd li Sûriya (P.Ç.K.S) daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin careke din artêşa Tirk a dagirker êrişî herêmên Başûrê Kurdistanê dike, bi taybet parêzgeha Duhokê. Bi wê re zêdetirî 300 tank û bi sedan alavên giran û bi hezaran leşker derbasî herêmê kirine. Vê carê bi hezaran terorîst û çeteyên DAIŞˊê û çeteyên qaşo ji Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê û gelek çekdarên ji rêxistinên îslamî yên din êrişên dagirkeriyê pêk tîne. Ji salan ve bi dehan baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê li Başûr hene, valakirinê red dike û ji herêmên dagir kirine dernakeve.

Di daxuyaniya P.Ç.K.Sˊê de hat diyarkirin ku tevahî êrişên leşkerî ku salane dewleta Tirk pêk tîne bi hinceta şerkirina PKKˊê ye. Heman siyaset û sûc niha dewleta Tirk li Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne. Herêmên Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Cerablus, Bab û Ezaz bi heman hinceta şerkirina li dijî PKKˊê dagir kirine.

Êdî tevahî dewletên cîhanê dizanin ku şerkirina Kurdan û doza Kurdî li gel Tirkiyeyê çi di siyasetên wê yên hundirîn û derve de rêgezeke bingehîn e. Ger mijar girêdayî Kurdên li tevahî parçeyên Kurdistanê be, ew dev ji her tiştî berdide, heta dost û hevalbendên xwe jî difiroşe. Li hember dagirkirina Cerablusê muxalefet firot rejîma Sûriyeyê û Rûsyayê, li hember dagirkirina Efrînê Xûta firot her du aliyan. Niha jî noramalîzekirina dewleta Tirk bi Şamê re bi armanca şerê Kurdan û Rêveberiya Xweser bike.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrişa dewleta Tirk a niha li djiî Başûrê Kurdistanê ne ji valahiyê tê, beriya wê serdan û hevdîtin bi hikumeta Iraqê re pêk hatin ku niha ew li hember dagirkeriya dewleta Tirk ji xaka wê re bê deng e.

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin pêdiviya gelê Kurd li 4 parçeyên Kurdistanê û li derve bi yekitiyê û hevgirtinê heye ku li hember êrişên dewleta tirk bisekinin û propogandayên derewîn ên dewleta Tirk a dagirker ên ku li hember PKKˊê parastina xwe dike, têk bibin.

Di dawiyê de P.Ç.K.Sˊê di daxuyaniya xwe de bang li tevahî gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê, li tevahî Kurdistanê û bang li tevahî aliyên tevgera nîştimanî ya Kurdî kir ku bi erkên xwe li hember van êrişên hovane rabin, tevahî hêzên Tirkiyeyê ji Başûrê Kurdistanê derxin.

(fr)