Ji nexweşxaneya Siwêdayê banga lezgîn

Nexweşxaneya Selxed a Siwêdayê banga lezgîn a dabînkirina mazotê kir û diyar kir ku miqdara heyî têra 3 rojan tenê dike.

Ji nexweşxaneya Siwêdayê banga lezgîn
13 mijdar, 2025   14:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Xebatkarên Nexweşxaneya Selxed a Siwêdayê ji bo xebitandina jenaratorên nexweşxaneyê banga lezgîn a dabînkirina mazotê kir.

Rêveberê nexweşxaneyê Dr. Luey El Şofî diyar kir ku eger rewş bi vî awayî dewam bike, mazota heyî têra 5 rojan tenê dike û eger ceyran bi temamî qut bibe, hingî wê têra 3 rojan tenê bike û ev yekî gefê li ser qada tenduristiyê çêdike.

Dr. Luey El Şof anî ziman ku ji bo xebitandina 12 saetan a jenaratoran pêdivî bi 600 lître mazot heye û ji bo hefteyekê jî pêdivî bi 2500-4000 lîtreyan heye.

El Şofî da zanîn ku veguhastina xebatkarên nexweşxaneyê jî mazota nexweşxaneyê tê kirin û ev jî pirsgirêkê zêdetir dike. Her wiha got nexweşxane roj bi roj dixebite û tu depo nîn in ku domandina xizmetên bijîşkî mîsoger bikin. Dr. Luey El Şofî bi bîr xist ku ev pirsgirêk ji 5 mehan ve dewam dike û tu çareserî jî nîn in.

Ji Tîrmeha îsal ve li Siwêdayê pirsgirêkên mezin ên xizmetguzariyê hene. Nakokî di navbera hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û desthilata xwecih a Siwêdayê de li ser dabînkirina destekê hene.

(bb)

ANHA