Ji MSDˋê peyama pîrozbahiya sala nû

Bi boneya sala nû ya 2025'an, MSD'ê peyama pîrozbahiyê ji bo tevahî gelê Sûriyeyê da û tê de girîngî bi diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê wekî rêbaza tekane ya misogerkirina pêşerojeke aram, da.

Ji MSDˋê peyama pîrozbahiya sala nû
31 kanûn, 2024   19:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi boneya sala nû ya 2025'an peyameke pîrozbahiyê da.

Peyam wiha ye:

"Piştî derbasbûna salekê û bi hatina sala nû re, em sala nû ya 2025'an li tevahî gelê Sûriyeyê yê hundir û derve, pîroz dikin. Em hêvîdar in ev sal bibe destpêka qonaxa nû û em tê de encamên xebatên xwe yên salên dawîn ên ji bo pêkanîna guhertinê di Sûriyeyê de û bidestxistina mafên gelê wê, bibînin.

Sûriye ku ev 14 sal e ji ber şer û bi dehan sal e ji ber zordariyê zehmetî û êş dikişandin, îro di kêliyeke dîrokî re derbas dibe. Ketina rejîma zordest gava yekê ya rêya jinûve avakirina welat li ser bingeha edalet, wekhevî û rûmeta ji bo tevahî Sûriyeyiyan bû. Em teqez dikin ku berpirsiyariya dîrokî ya avakirina pêşerojeke hevbeş li ser bingeha demokrasî, azadî û pirrengiyê li ser milê me tevan e, çi gel çi jî hêzên siyasî û civakî bin.

Em di wê baweriyê de ne ku diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê rêbaza tekane ya derbaskirina şopên borî û rûniştandina bingehên pêşerojeke aram û domdar e. Em diyar dikin ku sala 2025'an bibe sala hevgirtina nîştimanî û xebata cidî ji bo avakirina dewleteke medenî, demokratîk û pirreng ku li gorî daxwaz û hêviyên tevahî gelê Sûriyeyê be.

Em dizanin zehmetî mezin in, lê belê îradeya gelê Sûriyeyê mezintir e. Tu tişt li pêşiya armancên gelê Sûriyeyê yên vegerandina welatê xwe û avakirina jiyaneke birûmet nabin astengî. Bila sala 2025'an bibe sala karê hevbeş, sala xurtkirina bingehên aştiyê û pêkanîna armancên xwe yên azadî û edaletê.

Bi sala nû re, em ji gelê me yê berxwedêr û her kesê ku ji bo parastina Sûriyeyê û aramiya wê dixebite re, rêza xwe dişînin.

Sala nû li Sûriye û gelê wê pîroz be."

(mh/fr)