ˋLi dijî şaneyên DAIŞˋê operasyon didominˊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya şopandina şaneyên dagirkeriya Tirk û şaneyên DAIŞˋê de li kantona Cizîrê operasyoneke bibandor li dar xist.

ˋLi dijî şaneyên DAIŞˋê operasyon didominˊ
31 kanûn, 2024   18:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî der barê operasyona li gundên başûrê Qamişloyê de daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Hêzên me yên taybet ên HATˋê di saetên serê sibeha roja Yekşemê (30’ê Kanûnê) de, bi armanca şopandina şaneyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên terorîst ên DAIŞˋê, li başûrê bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê operasyoneke bibandor li dar xist.

Di operasyonê de gundên di nava herêmên berê bin kontrola rejîma Sûriyeyê de bûn mîna gundên Hamo, Qisêr, Xirbet Emo, Zenûd û derdora Foca Totib hatin paqijkirin.  Di çalakiyê de di navbera hêzên me û kesekî tê xwestin de pevçûnên derketin. Di encamê de ew hate kuştin û endamekî me birîndar bûn.

Di operasyonê de miqdarek çek, cebilxane û amûr hatin desteserkirin û wiha ne;

12 bombe

Çeka ilaşînkov bi 7 cercûrên tijî, 3 cercûrên vala û 19 mermî

Damanceyek Tirkî ya guhertî ya 7 û cercûrek û 3 mermiyan

8 telefonên destan û 2 telefonên biçûk

Kamerayek û hejmarek alavên leşkerî.

Hêzên me destnîşan kir ku ev operasyon di çarçoveya hewldanên wan ên bênavber de ji bo şopandina şaneyên çeteyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ’ê ku rasterast gefan li ewlehî û aramiya herêmê dixwin, hat lidarxistin. Ji bo ewlehî û aramiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û têkoşîna li dijî çi gefên xelkê hedef digirin, em operasyonên xwe yên ewlehî didomînin."

(fr)