Li Urdunê di merasîmeke oxirkirinê de 6 kes hatin kuştin

Di merasîma oxirkirina cenazeyekê li parêzgeha Kirkê ya Urdunê de gule hatin avêtin, 6 kes hatin kuştin û 28 kes birîndar bûn.

Li Urdunê di merasîmeke oxirkirinê de 6 kes hatin kuştin
23 cotmeh, 2026   18:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendetiya Ewlehiya Giştî ya Urdunê ragihand ku di merasîma oxirkirina cenazeyekê li parêzgeha Kirkê de gule hatin avêtin, 6 kes hatin kuştin û 28 kes birîndar bûn.

Medyaya dîjîtal a Urdunê da zanîn ku çekdarên li erebeyekê siwar bûbûn di merasîma li Dêra Hemod a Kirkê de gule li amadebûyan barandin.

Kanala Urdunê jî daxuyand ku 4 kesên tundraw êrişî beşdarên li dêrê kirin, lê kenalê tu agahiyên dîtir parve nekirin.

(f)