Ji ber ku biryara Barzanî rexne kir hate revandin

Duh li Hewlêrê xwediyê firineke nan, ji ber ku biryara serokê hikumeta demborî ya hikumeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî rexne kir, hate revandin.

Ji ber ku biryara Barzanî rexne kir hate revandin
9 ÇILE, 2024   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh serokê hikumeta demborî ya Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî biryar da ku buhayê nan were erzankirin û 10 nan bi hezar dînarî were firotin.

Li ser vê yekê xwediyên firoşgehên nan û firneyan yên parêzgeha Hewlêrê li dijî vê biryarê xwepêşandan li dar xistin û wek bi xwe dibêjin bi vî awayî firotina nan ji bo wan zirar e.

Ciwanê bi navê Idrîs Mesûd jî li Hewlêrê di çalakiya girseyî ya xwediyên firinan de nerazîbûna xwe li hember biryara Mesrûr Barzanî nîşan da.

Piştî van gotinan duh danê êvarê, Idrîs Mesûd ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate revandin. Heya niha jî der barê Mesûd de tu agahî nehatine bidestxistin.