Ji girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan nameya 8’ê Adarê

Zeyneb Celaliyan bi nameyekê 8’ê Adarê Roja Jinan Cîhanê pîroz kir û got: " Hemû azadîxwaz hêjayî wê yekê ne ku bi azadî bijîn. Lewma piştgirîkirina wan helwesteke mirovî ye. Bi hêviya ku em bi hev re 8’ê Adarê pîroz bikin."

Ji girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan nameya 8’ê Adarê
6 adar, 2024   10:05
 NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiya jin a siyasî Zeyneb Celaliyan 17 sal e di zindanên Îranê de bi gefa darvekirinê re rê bi rû ye. Zeyneb Celaliyan a ku niha li Girtîgeha Yezdê tê ragirtin bi boneya 8’ê Adarê bi wêneyê xwe yê dawî re nameyek şand. Zeyneb Celaliyan banga li gelên azadîxwaz û bi taybetî jinên azadîxwaz kir ku li her derê daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan bikin.

Nameya Zeyneb Celaliyan wiha ye:

“Ez destpêkê 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê û li hemû mirovahiyê pîroz dikim.

Em îsal jî gihîştin 8’ê Adarê, Newroz û biharê. Di 8’ê Adarê de jinan ji ber bêedaletî û hovîtiyê û ji ber armancên xwe gelek berdêl dane û jiyana xwe ji dest dane, ew êdî beşdarî çalakiyên 8’ê Adarê nabin. Bibîranîna wan îlhamê dide me û ew qet namirin. Gelek kes ji ber bêedaletî û zilmê di zindanan de ne. Ez ji vir 8’ê Adarê li wan pîroz dikim. Em jinên zindanîkirî, em li ku derê bin jî em ê 8’ê Adarê bi rêzdarî hembêz dikin. Em hewl didin cîhaneke wekhev biafirînin da ku her roj wek 8’ê Adarê roja jinan be, ne tenê yek roj. Em rastî dijwarî û zehmetiyan tên, lê belê em ê berdewam bin heta ku serkeftin tê bidestxistin.

JIN BI SERBILINDÎ LI BER XWE DIDIN

Wateyeke taybet a 8’ê Adara îsal heye. 8’ê Adara par piştî şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bû û piştî wê gelek êriş li dijî jinan hatin kirin. Bi gaz û madeyên kîmyeyî êrişî jinan kirin û bi girtin û zindanîkirinê ji wan xwestin ku dest ji daxwazên xwe berdin. Li Rojava ku jinan şerê DAIŞ’a paşverû dikir, bûn armancên êrişên taybet ku hêzên navneteweyî jî piştgiriya wan êrişan dikir. Lê belê hem li Rojhilatê Kurdistanê, hem li Îranê û hem li cîhanê jinan bi vîneke bilind li ber xwe didin û ber bi ronahî û wekheviyê dimeşin. Her wiha hin azadîxwaz hatin bidarvekirin û li hin azadîxwazan jî cezayên zindanîkirinê li wan hatin birîn. Tu yekî ji wan jî qebûl nekir ku li hemberî zilm û çewisandinê teslîmiyetê qebûl bikin. Lewma girîngiyeke taybet a 8’ê Adara îsal heye. Ji ber ku saleke tijî berxwedan e.

RÊBER APO NÛNERÊ AZADIYÊ YE

Rêberê me Abdullah Ocalan afirînerê fikira ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi Komployeke Navneteweyî hate revandin û 25 sal in di zindanê de ye. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê me Abdullah Ocalan pêngavek hatiye destpêkirin ku rojane kes, kom û neteweyên cuda piştgiriya wê dikin. Tevî piştgirîkirin û beşdarbûna xwe, daxwaza min ew e ku hemû gelên azadîxwaz û bi taybetî jinên azadîxwaz piştgiriya Rêber Apo bikin û daxwaza azadiya wî bikin. Bêguman Rêber Apo nûnerê azadiyê ye di zindanê de ye. Ev 25 sal e li dijî Tirkiye û NATO’yê li ber xwe dide. Ew nûnertiya fikir û ramaneke gerdûnî dike. Lewra hêjayî piştgirîkirinê ye. Ev berxwedana Rêber Apo bûye sedema bangewaziya azadiyê ya girtiyên nav zindanan. Hemû azadîxwaz hêjayî wê yekê ne ku bi azadî bijîn. Lewma piştgirîkirina wan helwesteke mirovî ye. Bi hêviya ku em bi hev re 8’ê Adarê pîroz bikin.

Ez dîsan hatina 8’ê Adarê li jinên têkoşer û li hemû gelan pîroz dikim. Wekî ku min berî niha got: Ez ê di jiyana xwe de hewl bidim ku xwîna azadîxwazan neyê rijandin û ez ê têkoşîna xwe bidomînim.

8’ê Adarê li we hemûyan pîroz be! Bijî jinên azad. Jin, Jiyan, Azadî.”