Ji Erebistana Siûdiyê, Pakistan û Tirkiyeyê serdana Tehran bikin

Cîgirê Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê da zanîn ku dê berpirsên mezin ji Erebistana Siûdiyê, Pakistan û Tirkiyeyê serdana Îranê bikin.

Ji Erebistana Siûdiyê, Pakistan û Tirkiyeyê serdana Tehran bikin
26 cotmeh, 2026   09:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Tasnim (Îran) diyar kir Cîgirê Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Elî Baqer Kanî gotiye berpirsên mezin ji Siûdiya Erebistan, Tirkiyeyê û Pakistan dê serdana Îranê bikin û bi berpirsên Îranê re bicivin.

Li gorî daxuyaniya Baqer Kanî tê payîn ku Wezîrê Parastinê yê Erebistana Siûdî Xalid Bin Silêman, fermandarê artêşa Pakistanê Asim Munîr û serokê îstîxbarata Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin tev li civînê bibin.

Her wiha Baqer Kanî da zanîn ku ew ê bi Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê re bicivin û li ser dosyayên girêdayî ewlehiya herêmê nîqaş bikin.

Baqer Kanî destnîşan kir ku civîn ji bo xurtkirina hevkarî û hemahengiya di navbera dewletên herêmê de tê lidarxistin.

(np)