Guhertina li Îsraîlê û hişyariyên li ser rageşiya li Lubnanê di rojeva medyayê de bû

Medyaya Ereb îro li ser hilbijartinên Îsraîlê û pêşeroja polîtîkayên li hember Filistîniyan, ligel krîza Lubnanê û bandorên rûbirûbûna herêmî, nivîsî.

Guhertina li Îsraîlê û hişyariyên li ser rageşiya li Lubnanê di rojeva medyayê de bû
26 cotmeh, 2026   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Gotarên di medyaya  Ereb de  îro bal kişandin li ser hilbijartinên Îsraîlê û pêşeroja polîtîkayên li hember Filistîniyan, ligel krîza Lubnanê û bandorên rûbirûbûna herêmî.

Di rojnameya Siûdî El Şerq El Ewset, gotarek bi sernavê "Gelo Eisenkot Serweriya Generalan li Îsraîlê Vegerîne?" li ser şansê Gadi Eisenkot ku bibe Serokwezîrê Îsraîlê gotûbêj kir, bi taybet di pêşbaziya bi Benjamin Netanyahu re û rewşa dabeşbûnên siyasî yên ku rê li ber avakirina hikûmetê digirin.

Gotar li ser sînorên karîna serokatiya nû ji bo pêkanîna guhertinek rastîn di polîtîkayên Îsraîlê de sekinî û destnîşan kir ku beşek ji populerbûna Eisenkot bi xwesteka bidawîkirina desthilatdariya Netanyahu ve girêdayî ye, ne bi piştgiriya bernameya wî, ango "ne ji ber hezkirina wî, lê ji ber nefreta ji Netanyahu"

Di rojnameya Lubnanî  El Nahar de, gotarek bi sernavê "Îsraîl li ber hilbijartinê... Xeyala şer û fikarên li ser yekparçeyiya hilbijartinan" hilbijartinên, nirxand.

Li ser dosyaya Lubnanî, gotarek di rojnameya El Şerq El Ewset de, bi sernavê "Lubnan... Kamyona teqemeniyan: Paşguhkirina dersên qonaxa niha", mijara veguhestina teqemeniyan ji Geliyê Bekaayê bo Beyrûtê nirxand, û ew rewş bi pêwîstiya nirxandina vebijarkên leşkerî û siyasî yên Hizbullahê û nirxandina bandorên şer li ser Lubnanê û jîngeha wê ya civakî ve girêda.

Li aliyekî din rojnameya Lubnanî El Şerq, di gotarek bi sernavê "We Şer Ceriband û Winda Kir... Çima Aştî Neceribînin?" de, banga nirxandina rêya leşkerî û lêgerîna alternatîfên siyasî kir, li ser bingeha windahiyên ku Lubnanê di salên pevçûnê û dagirkirina berdewam a Îsraîlê ya axên Lubnanê de kişand.

Di rojnameya El Nahar de, gotarek bi sernavê "Nîşaneyên şerekî herêmî û mehek xeternak ji bo Lubnanê... û hişyariyek li dijî beşdarbûna Hizbullahê di pevçûnê de?" hişyarî da li ser bandorên  zêdebûna rageşiya di navbera Dewletên Yekbûyî û Îranê de li ser Lubnanê.

Gotarê destnîşan kir ku dibe ku welat di meha pêş de bi serdemek dijwar re rû bi rû bimîne, ji ber tirsa beşdarbûna Hizbullahê di her pevçûnek herêmî de ji bo piştgiriya Tehranê û îhtîmala ku Îsraîl dikare her rageşiyê bikar bîne da ku şerekî nû li başûrê Lubnanê bide destpêkirin.

(k)

ANHA